| Title |
Sehribana Kurdi |
| Vote score Analysis |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
| 1 |
2 |
3 |
4 |
5 |
6 |
7 |
8 |
9 |
10 |
|
| URL |
http://www.sehribana-kurdi.com |
| Poll |
Poll Num : 3, Poll Ave
: 5.33 |
| Uptime |
07-05-2006 |
| ETC |
Hits : 1266, Visit : 2028, Commnet
: 0
|
| Email |
info@sehribana-kurdi.com |
Şehrîbana Kurdî: Miryem Xana duyemîn
Di nava jinên Kurd yên hunermend de, heya niha nav û dengê tikesî bi qasî nav û dengê Şehrîbana Kurdî belav nebûye. Mirov dikare bêje li her çar perçên Kurdistanê di nava mêran de mamosta Şivan Perwer û di nava jinan de jî Şehrîbana Kurdî hunermendên herî navdar û hezkirîne. Hinek kes hunermend tên dinê û hinek kes jî dixwazin bibin hunermend, lê di navbera van duyan de ferqeke mezin heye. Huner, siyaset an jî evîna di warekî û ji bo karekî taybetî, pêwîste di nava xwîna mirovan de hebe.
Ger evînek ji bo van karan di dil û xwîna wan de nebe kes bi zorê nikare bibe hunermend an jî siyasetmedarekî baş.
Dengxweşî û heza hunera resen(otantîk)a Kurdî di xwîna Şehrîbanê de hebûye û heye. Dengê Şehrîbanê, dengekî îlahîye ku tenê dengnas û hunernas dikarin baştir ve rastiyê şirove bikin.
Şehrîbana Kurdî di sala 1973an de li Izmîrê di nava malbateke nîv halxweş(mutewsit elhal) de hat dinê. Bavê wê karmendekî dewletê bû û ji bona wê jî ew ji Kurdistanê hatibûn bajarê Izmîrê li Tirkiyê. Malbata Şehrîbanê bi esila xwe ji gundê Xorsê yê girêdayî bajarê Qiziltepe(Girê Sor) li wilayeta Mêrdînê ne. Ew ji eşîreta Ûmerîyên herêma Mêrdînê ne ku di nava vê eşîretê de gelek hunermendên din yên mîna (Miradê Kinê) jî rabûne. Herêma jiyana malbata Şehrîbanê ji aliyê xwe yê dîrokî pir kevnar û xwediyê çand û hunereke dewlemende.
Şehrîbanê sala 1987an di xwîndingeh û merasimên malbatî de dest bi stirînê kir, lê bi awayekî profesyonal ji sala 1991an dest bi tomarkirina stranên xwe kir û di wê salê de yekemîn kasêta xwe ya bi navê_ Ez keçim keça Kurdanim_ di nava gel û muzîkhezên Kurd de belav kir. Beriya wê salekê li ba hunermendên bispor li ser terbiyetkirina dengê xwe kar kiribû û dizanî ku çawa qirka(gewriya) xwe ji bo strîna lorîkên Kurdî bikar bîne.
Di wan salan de ku ji ber pêşkeftina rewşa siyasîya Kurdan li bakurê Kurdistanê zimanê Kurd ne bi awayekî fêrmî serbest bibû, gelek kesên din jî hatibûn meydana huner û stranbêjiyê, lê di demeke kin de nav û dengê Şehrîbanê ji sinorên bakurê Kurdistanê derbas bû û heta di nava Azerî, Tirk û Ereban de jî kasêtên wê hatin guhdarkirin. Ev jî tiştekî sirûştî bû, ji ber ku Şehrîban xwediyê dengekî pir xweş, bilind û bi awayekî gelek baş jî dest bi karê xwe yê hunermendiyê kir. Li sala 1992an kasêta wê ya duyemîn_ Sor Gula Min_ li Trkiyê, li sala 1993an kasêta sêyemîn _ Yek, du, sê_ li Tirkiyê û li sala 1995an de jî kasêta wê ya çaremîn _ Ez Hatim_ li Elmaniya di nava gel de bi awayekî berfireh hatin pêşwazî kirin.
CD û kasêta herî dawiyê hunermenda Kurd Şehrîbanê bi berpirsyartiya mamostayê mezin Dilşad Seîd bi dawî anîye. Cdya ku niha di destê wedeye, karekî Şehrîbanê yê nû û cudaye. Ez di wê baweriyê deme ku ev berhem yê di dîroka muzîk û hunera Kurdistanê de cihê herî bi nirx û qîmet bide xwe û xweşiya huner û dengê Şehrîbanê yê bêtir ji gel re bê kifş kirin.
Sala 1983an Şehrîban hê 13 salî bû ku di kêbirkiyeke muzîkê ya salane de di nava hemû xwendevanên bajarê Izmîre de yekemîn derket. Kêbirkî ji aliyê (Turk Halk Müziki) hatibû organîzekirin û ji aliyê xweşiya deng û hostatiyê de Şehrîban di nava 32 kesên ku di kêbirkîyê de beşdar bibûn, pileya yekemîn bi dest xist û hat xelat kirin. Strana ku di wê rojê de Şehrîbanê xwînd bi zimanê Tirkî bû û navê stranê jî" Ben Dogarken Aglamişim_ Dema ez hatime dinê, giriyame "_ bû.
Şehrîban di destpêkê de bi teşwîqa xaleta xwe ya bi navê Soreya yê ku pir jî dengxweşe û piştre jî bi piştgîriya bav û endamên din yên malbata xwe dest bi karê stranbêjiyê kir û niha jî li bi awayekî bilinditir li ser hunera xwe disekine.
Şehrîban di jiyana xwe ya malbatî û hunerî de xanimek pir bi şexsiyet û bi dîspilîne. Ji bona wê jî ew hertim di wê baweriyê de ye ku:“ Ger stranbêjek bixwaze strana hunermendekî kilasîk yê Kurd bixwîne, divê heqê wê stranê baş bidê. Yanî bila an stranê baş bixwînin an jî dema nikarin vî karê han pêkbînin, stranê xerab neken“.
Berhemê herî dawiyê yê Şehrîbanê karekî şahkare ku di dîroka muzîka Kurdistanê de berhemekî kêmnimûneye. Di vî berhemê nû de xweşî û hunera bilinda Şehrîban baştir û rindtir ji berê tê kifşkirin. Ew bi awayekî pir profesyonal di vê Cdya dawiyê de hunera xwe ji mere dide diyarkirin.
Dema ku Şehrîban stranên Meryem Xanê dixwîne, mirov keyfxweş dibe ku piştî gelek salên dûr û dirêj cîgireke wê peyda bû ku bi hiss û hesetên gelek bilind careke din nav û hunera wê li ber çavên me zindî dike. Ji aliyekî din ve ew dibêje:” Ez mirovek oldarim, lê Xwedê dengek daye min û ez dixwazim bi rêya dengê xwe xizmeta gelê xwe yê bindest û bêmaf ji bo standina azadî û serxwebûnê bikem.”
Şehrîban xanim bi kesayetiya xwe ya Kurdewarî, exlaq û pirensîpên xwe yên civakî û kesayetî jî di nava gel de navekî bi hurmet û bilinde. Ji bona wê jî gel di warê civakî û exlaqî de jî ji vê xanima Kurd pir hez dikin. Di vî berhemê giranbiha da Şehrîban bi wî dengê xwe yê îllahî çar hunermendên Kurd jî bi bîr tîne: Hesen Cizîrî, Meryem Xan, Kawîs Axa û Hesen Zîrek.
Şehrîban xwediya çar zarokan: Navdar, Pîroz, Hîvî û Narîn(kurek û sê keç)a ne. Malxê Şehrîbanê kwk Şêrko jî di warê hunerî de hertim piştgîriyê dide xanima xwe ya hêja Şehrîbanê.
23.05.003 Kakşar Oremar/ Elmaniya
kakshar_oremar@yahoo.de |
|
|