KurdTOP.com - Best Kurdish sites on the net! Music, news, MP3, Video, Chat

Legoorin Topsite

Legoorin
KurdiNorwegianGermanEnglishSpanishItalianFrenchArabic
 

: : Hits: 539

Google

 Ext-search



 Title  Rojin
Vote score Analysis
1 2 3 4 5 6 7 8 9 10
 URL  http://www.rojinrojin.com/
 Poll  Poll Num : 0, Poll Ave : 0.00
 Uptime  02-15-2006
 ETC   Hits : 539, Visit : 1129, Commnet : 0
 Email  info@rojinrojin.com
 
Dayika Rojîn ji Sûrîyê bavê wê jî Kurdê Mêrdînêye. Li Edenê hatiye dinê. Pênç zarokê malbata wê heye. Ew a navîn e. Wek gelek zarokê li vî welatî dijî jiyana wê jî di nav tunebûnê de û trajîk derbasbûye. Xwendina xwe a serî û navîn li Edenê qedand. Dure jî “Adana Belediye Konservatuary” (konservatuar a şaredarê Edenê) domand. Her çi qas malbata wê li dij derdiket jî wê şaxê xwe ji huner nebirî. Çar sala çu qursa qerete. Ew fêrî teknîka xwe parastinê û dengê bû. Di vê navê de bi amatorî mûzîkê re dadiket û dersê şanê distand.

Di sala 1990î de ket “Adana Devlet Konservatuary”. Di eynî salê de beşdarî festîwal a tiyatro a Erlangenê bû. Bi leyistik a “Tazîye” beşa xwe bi dereceke başh qedand. Piştî xwendina xwe qedand li “Ankara Devlet Tiyatrosu” dest bi xebatê kir. Li devreyî welêt tiyatroya zaroka û a xorta çêkir.

Peymana albûma xweyî pêşî di sala 1996a de çêkir. Lê sala 2000a de albûm xelas bû. Ev astengîyek piyaseya mûzîkê bû. Çar sala gelek wexta wê biribû. Albûma wê ya pêşî, “Ya Hep Ya Hiç” di sala 2000a de derket. Gelek bal kişand û dengekî bilind derxist. Piştî vê, bi fîrmaya profesyonel û navneteweyî, Sony Mûzik re peyman danî. Bi vî awayî sîngleya xweyî pêşî derxist û di arenaya navneteweyî de xweqebûl kirin dan, derbasî jiyanê bû. Ev di serî de ji bo wê dûre jî ji bo mûzika Kurdî û a etnîk pêşketinek başh bû. Albûma wê ya duda bi navê “Sî” wek sîngle di 2003a de derket. Ev sîngle ji terefê gel hat qebûl kirin û gihîşt gelek deveran. Di Festîwal a Doşu Beyazitê de ji ber stranek Kurdî got DGMê biyara girtina wê a giyabî (paşpenî) da. Li berxweda. Qîrîya kû tu sûc nekiriye û teslîm nabe. Di vê demê de xebatên wê yî ji bo albûma nû berdewam bû. Di sala 2005a de albûma xweyî dawî “Jan/Syzy” derxist. Vê albûmê ji ber têkîlîyên di hundirê wê de û mijarên wê, gelek deng derxist. Lewre di albûmê de 9 bi Kurdî, 6 bi Tirkî 15 stran hebû. Stranek qlasîk a awaza wê Ara Dinçkiyan çêkiriye û Sezen Aksû dibêje “Vazgeçtim”; a Melike Demiraş “Arkadaş”, û a Lorena Mc Kennit “Tango to Evoro bi Kurdî got. Strana Hakky Bulut ku li Turkiyê pir bi nave “Ykimiz Bir Fidanyz” jî got. Taybetiyek din a albûmê jî hema bêje nîvê stran û awazê di albûmê de wê çêkiribû. Albûma nû iwmeyek cidî da jiyana wêyî huner. Li ser albûmê gelek hevpeyvîn bi televîzyon û qezeta re kir. Di 12 Nisan 2005a de xelat a “Altyn Kelebek, En Yyi Halk (Etnik) Müzik” sitand. Xelat a “Altyn Kelebek” ev cara 32a ye tê dan û bi rayê gelî, xwedîyê xelatê tê tespît kirin.

Xelat di dîroka xwede cara pêşîye kû dikeve destê hunermendek muzîka Kurdî çêdike. Ev hunermend a di şaxê xwede perwerdeye û piralîye, piştî konservatuar qedand, li “Adana Devlet Tiyatrosu” de, di gelek leyistika de rol sitandiye. Dûre jî di gelek leyistikên “Ankara Devlet Tiyatrosu”de rol sitandiye. Li Britanya tîyatroya zarok û xorta çekireye. Piştî bi qederê salekê li wir ma vegeriya Turkîyê…

Leyistikên heta neha leyistiye:
Bozuk Düzen
Romeo Juliet
Ferhat ile Şirin
Asiye Nasıl Kurtulur
Kanlı Düğün
Köşe Kapmaca
Sevgili Doktor
Taziye
Kiss Me Cate
Orkestra
Yeşil Trampetçi
Çok Geç Olmadan
Çamaşırhane
Kadınlarda savaşı Yitirdi
Mutsuz prens ile komik prenses
Chasing Shadows.(gölgelerin peşinde)
Morgan Dağı'ndan İniş.
İstanbul Efendisi
TV projeleri
Rinso reklamı
Bosch reklamı
Orkid reklamı
Hülya Avşar show
Tatlı Kaçıklar
Yasemince
Evimiz olacak mı?
Böyle mi olacaktı?
Nisan Yağmuru
Feride
Kadınlar Klubu


 Name  Poll  Uptime  I.P  

  No comment  

Lêgoorîn bike rûpela destpêkê

Best Kurdish site 2005

Kürtçe müzik dinleyin

Navê zaroka

WHO ARE THE KURDS?

 

       

lêgoorînamin | Amidakurd | PCKurd ® | Rojname | Niviskar | Kurdland | Amude | Peyamner | Wîkîpediya Kurdî  | Hawlati | KurdistanNET
Kurdish Media | Avestakurd | Kerkuk-Kurdistane | Azadiya Welat | Rojev | Dimane | KurdITGroup | zKurd | eKurd | Kurdishinfo 
Dibistana Kurdi | Nefel | Xoybun | DIHA | Nudem | Kaniya Helbestan | Netkurd | Kurdistan Press | MHA News
 
Kurdistan | Efrin | Firat News | WindowsaKurdi® | Welatparez | All4Kurds | VOAnews